Serok Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeterê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê ku ji bo beşdarîkirina di civîna grûpa serekî ya Konferansa Asayişê ya Munîxê de serdana Qeterê kiriye, li gel Mîrê Qeterê, Mîr Temîm bin Hemed bin Xelîfe al Sanî hevdîtin pêk anî.
30.10.2019, Çar - 12:56
Serok Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeterê civiyan
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Mîr Temîm bin Hemed bin Xelîfe al Sanî rewşa niha û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin. Herwiha herdu aliyan çend mijarên pêwendîdar bi niha û pêşeroja navçeyê jî gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeterê herwiha behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera wan, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Qeterê û derfetên weberhênan bo kerta taybet a Qeterê li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kirin.

Roja bihorî jî, Serokê Herêma Kurdistanê bi cuda li gel Serokwezîrê Qeterê, Şêx Ebdullah bin Nasir bin Xelîfe al Sanî û Wezîrê Derve yê Qeterê, Mihemed bin Ebdulrehman al Sanî civiyabû.

Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 28ê Cotmehê bi armanca beşdarîkirina di civîna grûpa serekî ya Konferansa Asayişê ya Munîxê de serdana Qeterê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:01