Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr doh 24ê Hezîranê di civîna Lijneya Serokerkaniya Giştî de axivî û diyar kir, her çend e agirbesta bi Îranê re ketiye warê cibicîkirinê û derbasî qonaxeke girîng bûbe jî, operasyonên li dijî Îranê dê bidomin.
Eyal Zamîr got: "Me bernameya etomî û mûşekî ya Îranê bi salan paş xist, lê girîng e ku em li ser erdê (hişyar) bimînin."
Serokerkanê Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir, ji niha û pê ve ew ê bala xwe careke din bidin ser Xezzeyê, ji bo vegerandina dîlgirtiyan û jinavbirina desthilata Tevgera Hemasê.
Ev daxuyanî piştî ragihandina agirbestê ya ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve tê. Trump îro di peyameke xwe de agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de ragihandibû û gotibû, "Cîhan pêşwaziyê li vê biryarê dike."
Li gorî daxuyaniya Trump, şer dê di nava 24 saetan de bi awayekî fermî raweste, ku dê Îran di 6 saetên pêşîn de û Îsraîl jî di saeta 12an de agirbestê ragihînin.