Serokwezîrê Libnanê vegeriya welatê xwe

Serokwezîrê Libnanê Saad Herîrî ku li Frensa dima di saetên şevê de vegeriya welatê xwe.
22.11.2017, Çar - 06:47
Serokwezîrê Libnanê vegeriya welatê xwe
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Saed Herîrî gihîştiye Balafirgeha Navdewletî ya Beyrûdê.

Herîrî 4'ê Mijdarê karvekêşana xwe ya ji serokwezîrtiya Lubnanê ragihandibû û piştî 3 hefteyên mayîna li Erebîstana Siûdî vegeriya welatê xwe.

Herîrî piştî îstîfayê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Misirê Abdulfettah el Sîsî re hevdîtin kiribûn.

Saed Herîrî dabû xuyakirin ku ew dê ji bo pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê ya Lubnanê anku 22'yê Mijdarê vegere welatê xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1851 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:02