Şerrê dinav komên Cîhadîst her diçe mezin dibe

Şer û pevçûnên dinavbera komên Cîhadîst ku kontrola bajarê Îdlîb'ê dikin her çiqas diçe dijwartir dibe.
21.07.2017, Cum - 07:39
Şerrê dinav komên Cîhadîst her diçe mezin dibe
Nuçe Belav bike

Bajarê Îdlîbê ku dikeve Bakûrê Suriyeyê da şerê navbera cîhadîstan girantir berdevam dike.

Heyet Tahrîr'ûş Şam ku milekî El kaîdê ye çarşema borî herêma Salkîn, Sarakîb û Dana jî dinavde 5 herêm ji destê Ahrar Şam standibû. Duh jî gund û bajarokên Sahab, Barabo, Tel Havas, El Hamîrat, Tarmala û El Toba ketên bin serdestiya Heyet Tahrîr'ûş Şamê.

Van 48 saetên dawî qasî 40 cîhadîst mirine, ji wan 100 jî birîndar bûne. Heyet Tahrîr'ûş Şam jî ragihand ku ji mîlîtanên wan 15 mirî, 10'an jî xwe radestî Ahrar Şamê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1603 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:40:08