Supaya Pasdaran kuştina fermandarekî xwe yê din ragihand

Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê kuştina fermandarekî xwe yê pilebilind ragihand
27.06.2025, Cum - 09:59
Supaya Pasdaran kuştina fermandarekî xwe yê din ragihand
Nuçe Belav bike

Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di encama êrişeke Îsraîlê de li avahiyekê li bajarê Qumê, Mihemed Seîd Îzedî hatiye kuştin.

Mihemed Seîd Îzedî ku bi navê Hecî Remezan dihat nasîn, yek ji fermandarên pilebilind ên Feyleqa Qudsê ye ku bi kar û barên feyleqê yên Filistînê bi rê ve dibir.

Mihemed Seîd Îzedî kesekî gelekî nêzîkî Qasim Silêmanî bû.

Li gorî zanyariyan Îzedî kesayetiyekî nêzîkî “Eniya Berxwedanê” bû li Libnan û Filistînê serperiştiya komên nêzîkî Îranê dikir.

Di 10ê Îlona 2019an de, navê Mihemed Seîd Îzedî di lîsteya cezayên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê de wekî "rêberê komên terorîst" hatibû tomarkirin.

Mihemed Seîd Îzedî di salên 1982-1983yan de Fermandarê Supaya Pasdaran ê Sineyê bû.

Ji sala 1984an heta 1990î fermandarê Baregeha Hemze û Baregeha Necef Eşrefê bû.

Piştî bidawîbûna şerê Îran û Îraqê heta sala 1993yan Fermandarê Hêza Bejayî yê Supaya Pasdaran a Îranê bû.

Di sala 2006an de tevlî Feyleqa Qudsê bû û erkê serpereştîkirina plan, bername û bûdceya Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar girtibû wergirtibû.

Berbanga 13yê mehê Îsraîlê êrişî Îranê kir û piştre jî Îranê bersiv da Îsraîlê. 

Piştî şerekî dijwar ê 12 rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîrana 2025an şerê Îran û Îsraîlê rawestand û agirbest ragihand.

 

Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:14:41