Sûrıye: Îsraîlê gelek xalên leşkerî kirin hedef
Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî gelek xalên leşkerî yên li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyeyê kir.
16.12.2024, Pts - 07:51
Li gorî Ajansa Anadolê (AA), balafirên şer ên Îsraîlê li Laziqiye û Tertûsê yên li rojavayê welêt êrişî gelek xalên leşkerî kiriye.
Hat diyarkirin ku êrişî Lîwaya 32yan a Parastina Asmanî, Biryargeha Leşkerî ya 107an û cebilxane û biryargehên li hinek gundan hatiye kirin.
Di êrişa li gundê Xireysûnê yê Tertûsê de teqînên bihêz çêbûne.
Piştî ku desthilata Esed rûxiya Îsraîl êrişî gelek xal û baregehên leşkerî yên Sûriyeyê dike.
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:17:11