Televîzyona Dewletê ya Îranê: Welatê me êrişî Îsraîlê nekiriye

Televîzyona Dewletê ya Îranê ragihand ku angaştên Îsraîlê “ne rast” in û Îranê êrişî Îsraîlê nekiriye.
24.06.2025, Sal - 12:36
Televîzyona Dewletê ya Îranê: Welatê me êrişî Îsraîlê nekiriye
Nuçe Belav bike

Li gorî nexşerêya Serokê Amerîkayê Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta Îran û Îsraîlê vê sibehê dest pê kir.

Artêşa Îsraîlê gotibû ku Îranê piştî destpêkirina agirbestê bi mûşekan êrişî xaka wan kiriye.

Televîzyona Dewletê ya Îranê jî da zanîn ku ev îdia ne rast in û got:

“Nûçeyên ku dibêjin ji Îranê ber bi erdên dagirkirî ve mûşek hatine avêtin ne rast in.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz piştî van xeberên êrişan ragihand ku wî fermana êrişkirinê daye artêşa xwe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:14:16