Tirkiye: Amerîka biryara xwe ya derbarê YPGê de daye

Berpirsekî pilebilind yê Tirkiyê ragihand, Amerîka biryar daye, ku ligel YPGê bajarê Reqayê kontrol bike, hewlên Tirkiyê jî di vê derbarê de bê ancam mane.
08.03.2017, Çar - 11:06
Tirkiye: Amerîka biryara xwe ya derbarê YPGê de daye
Nuçe Belav bike

Berpirsekî pilebilind yê Tirkiyê ji Ajansa “Rueters” ragihand, diyar e Amerîka ligel YPGê operasyona Reqatê birêve dibe, ne ligel Tirkiyê. Herwiha Amerîka çekan jî dide YPGê.

Herwiha, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, divê Tirkiye, Amerîka û Rûsya bi hev re hevrêziyê bikin, da ku grûpên terrorist li Sûriyê jinav bibin.

Ev daxuyaniyên Yildirim di demekê de ne, ku serokerkanên hersê welatan Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê li Antalyaya Tirkiyê civiyabûn û pirsa hevrêziya kar li Sûriyê gotûbêj kiribûn.

Wî berpirsê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir, heger operasyona Reqa bi vî awayî ligel YPGê encam bide, dê bandore li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîka bike.

Enqere hercar daxwaz ji Amerîka dike, ku statîjiya xwe ya şerê li dijî DAIŞê biguhêre, ku piştgêriyê û çekan nede YPGê bo şerê Reqayê û li şûna YPGê piştevaniya grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê (Mertala Ferêt) bike.

Di 24ê Tebaxa Borî de artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Feratê kiribûn. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bêhtirî carekê ragihandib ku, ewê ji piştî kontrolkirina bajarê Babê, berê xwe bidin Minbic û Reqayê.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ku YPGê stûna wê ya sereke ye, qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Niha ew operasyon di qonaxa xwe sêyemîn de birêve diçe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:32