Tîmes: Muttefikên Rojavayî ya Kurdan operasyona Kerkûkê de çepik pêxist

Rojnameya Brîtanî Timesê di analîza xwe ya îro de balê dikşîne ser helwesta Hevalbendên Kurdan ên Rojavayî û tê diyarkirin ku ew di mijara Kerkûkê de piştgirî dane Iraqê û hetta jê re li çepikan dane.
17.10.2017, Sal - 08:17
Tîmes: Muttefikên Rojavayî ya Kurdan operasyona Kerkûkê de çepik pêxist
Nuçe Belav bike

Li gorî analîzqa ku di BBCya Tirkî ku wê jî Rojnameya Îngilîzê Timesê wergirtiye, hewildanên kurê Celal Talabani Pavel Talabanî bibîr dixe û dibêje ku Pavel Talabanî dixwest referandûma 25ê mehê bê taloqkirin, qet nebe wî dixwest ku li van herêmên nîqaşbar statuyeke taybet bê sazkirin û herwiha Times radigihîne ku, gumana wan heye ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê Kerkûkê de hevpeymanekî veşartî îmze kiribe.

‘KURDAN ALÎKARIYA ROJAVAYÎ KIRIN LÊ ROJAVAYÎ DI MIJARA KERKÛKÊ DE BÊDENG MAN'

"Di berdewamiya analiza Timesê de tê destnîşankirin ku kurd di serî de ji helwestên DYA û Îngiltereyê û her wiha hevalbendên xwe yên Rojavayî aciz in. Kurdekî ji rojava digot ku, "Kurd alikariyê didin ku Amerîka û Îngilîz bajarekî ereban ê weke Reqqayê bi dest bixin û di vê rêyê de bedel didin lê hevalbendên rojavayî bajarekî weke Kerkûkê ku nîvê wê bêhtir kurd e, bêdeng dimînin hetta di pêdeçûna hêzên ereb û şie de li çepikan didin. Ev giş bi reelpolîtîkê ve girêdayî ne. Bêyî Kerkûkê Iraqê û Serokwezîrê Iraqê bê Heyder Ebadî li ser pêya nikare bisekinin"

‘SÛCDARKIRINÊN LI HEMBERÎ HEV DIDOMIN'

Pisporê Siyasî Aram Reşîd jî Sputnikê re ragihandibû û balkişandibû ser rêkeftina YNKê û Artêşa Iraqê. Reşîd, "Şex Cefer berpirsên hêzên heftê ku girêdayî YNKê ye xayintî li PDKê kir ji ber ku di destpêkê gotiye hêzên me wê şer bikin, lê îro saet 4an, sibê weku berpirsê wan hêza ferman kiriye ku paşve vegerin û sengerên xwe terk bikin, di encama niha hêzên Heşda Şebî di nav Kerkûkê de digerin û bajar ji kurdan valabû û kurd tev de ber bi Hewlêr û Silêmanyê ve koç kirin."

Ji hêla din ve Şêwirmendê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji pişka YNKê, mijara radestkirina Kerkûkê bi tundî red dike û dibêje: "Bajarê Kerkûkê piraniya xelkê wê alîgir û endamên YNKê bûn, kî bawer dike YNKê rêkeftinek li ser xelkê xwe bike û bajarê cemawerê xwe bide destê Iraqê. Kî bawer dike, bi aqilê kî dikeve hêzeke siyasî û leşkerî bajarê xwe bide destê dijminên xwe. Ev e karê medya PDKê ye. Di vê berpirsiyariya serneketina refrandûmê bixe ser stûyê YNKê ji ber ku berî niha YNKê got; bila em referandûmê encam nedin ji ber ku niha dem dema wê nîne û bila em bedêla referandûmê ji welatên Rûsya û Amerîka û hevpeymanan qebûl bikin. Lê hevalên PDKê ew yek qebûl nekirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:28:35