Gideon Saar doh roja 3ê Nîsanê di konfiranseke rojnemevanî de got, tevahiya çalakiyên wan ên leşkerî li Sûriyeyê armanc jê parastina ewlehiya Îsraîlê û rêgirtina li ber çêbûna her gefekê li ser ewlehiya wan e.
Gideon Saar da zanîn, ti niyeteke wan a din li Sûriyeyê nîne.
Derbarê hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê got, ew ji rola Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê dilgiran in. Rola Tirkiyeyê nerênî ye, ew dixwaze Sûriyeyê bixe di bin sîbera xwe de, lê nabe Sûriye bikeve bin sîbera Tirkiyeyê de.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê destnîşan kir, pêştir Sûriyê di destê Îranê de bû, lê niha divê Sûriye nebe welatekî di bin parastina Tirkiyeyê de.
Gideon Saar tekez kir jî, Tel Aviv dê rê nede ku rewş li ser sînorên wê vegere berî 6ê Cotmehê.
Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îsraîlê di demekê de ye, artêşa Îsraîlê avahiya Lokolînên Zanistî li Şamê, Firokxaneya Leşkerî ya Hemayê û çend xalên din li Der’ayê bombebaran kirin û hejmarek kes hatin kuştin.