YPG: Tirkiye qebûl neke jî em ê dest pê bikin!

Fermandarekî leşkerî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku bi tevê nerazîbûna Tirkiyê jî dê operasyona Reqayê bi piştgiriya Amerîkayê di meha Nîsanê de dest pê bike.
18.03.2017, Cts - 07:27
YPG: Tirkiye qebûl neke jî em ê dest pê bikin!
Nuçe Belav bike

Fermandarê YPGê Sîpan Hemo ji medyaya Brîtanyayê re axivî û eşkere kir, ku dema şerê azadkirina Reqayê hatiye destnîşankirin û got; “Di destpêka meha Nîdanê de dê operasyon dest pê bike. Li gorî pêşbîniyên me şerê Reqayê ji çend hefteyan derbas nake.”

Hemo diyar kir, ku Tirkiye ji vê rewşê nerazî ye lê bi tevê vê yekê dê bi piştgiriya Amerîkayê operasyon3e bidin destpêkirin.

Tirkiye qebûl nake, ku YPG beşdarî şerê Reqayê bibe. Li ser vê yekê karbidestên Enqere û Washingtonê bi berdewamî di nav danûstandinan de ne.

Lê Berdevkê hevpeymaniya Navdewletî John Dorrian di vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand; “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beşdarî operasyona Reqayê bibin. Ji ber, ku di derxistina DAIŞê li herêmê de ew serkeftî bûn. Wan heta niha 6 hezar û 400 kîlometre çargoşe kontrol kirine.”

YPG pêşengiya HSDê dike û ev hêz ji çend grûbên din ên ereb pêk tê.

Dorrian herwiha got; “Em ji nêz ve ligel HSDê kar dikin. Em dixwazin ew hêz beşdarî operasyon3e bibin ku xwecihê herêê ne. Li Sûriyê ereb û kurd û herwiha pêkhateyên din dê beşdarî şer bibin. Lewma hemahengiya me ligel wan heye. Armanca me ew e, ku DAIŞê ji Reqayê derbixin.”

Bajarê Reqayê dikeve bakûrê rojhilatê Sûriyê û di sala 2013ê de kete destê DAIŞê. Rêxistina DAIŞê ev bajêr ji xwe re weke “paytexta xîlafetê” destnîşan kiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1664 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:40:39