10 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di operasyonekê de 10 kes bi hinceta “propagandeya PKKyê” hatin desteserkirin.
22.09.2023, Cum - 09:39
10 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêkolînekê de bi hinceta “propagandeya KCK/YPG/PKKyê” derbarê 20 kesên li Îzmîrê biryara destserkirinê da.

Tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê yên Fermandariya Cendermeyan a Îzmêrê îro li ser fermana serdozgeriyê operasyoneke hemwext dan destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê bi ser çend navnîşanan de girtin û 10 kes destser kirin.

Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî birin Fermandariya Cendermeyan a Îzmîrê birin.

Karûbarên yasayî derbarê wan kesên desteserkirî de de didomin.

Hat ragihandin operasyonên cendermeyan ji bo destserkirina 10 kesên din li bajar berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:07:30