13mîn rûniştina Doza Kobanî îro birêve diçe

Îro 13emîn rûniştina doza Kobanî li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê birêve diçe ku 108 endam û alîgirên HDPê di wê dozê de tên darizandin.
30.05.2022, Pts - 08:18
13mîn rûniştina Doza Kobanî îro birêve diçe
Nuçe Belav bike

Rûniştina 13mîn a doza bûyerên Kobaniyê îro li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îro Sêşemê 30ê Gulana 2022yan birêve diçe.

Biryar e Hevseroka HDPê Pervin Buldan berî destpêkirina dozê saet 10.00 li ber Girtigeha Sincanê têkildarî doza Kobanî daxuyanî bide.

HDPê ji bo Doza Kobanî banga piştevaniyê kir

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Umît Dede duh li avahiya giştî ya partiya xwe derbarê Doza Kobanî de civîneke çapemeniyê saz kir û daxwaza piştevaniyê kir.

Dede ji bo piştevanî û xwedî derketina li wê dozê jî bang li aliyan kir û got: “Em li dijî jinavbirina hiqûqê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike, banga têkoşînê li herkesê dikin û banga xwedî derketinê li hevalên me yên ku vê têkoşînê birîvedibin û di dozê de tên darizandin, dikin.”

Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne di doza bûyerên Kobaniyê de li gel 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne.

Bûyerên Kobaniyê ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, weke hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 630 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:56