5 mûşek li Deriyê Sînorî yê Kilîsê ketin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, îro bi 5 mûşekan êrîşî Deriyê Sînorî yê Oncupinarê yê li parêzgeha Kilîsê hat kirin.
11.06.2023, Paz - 17:33
5 mûşek li Deriyê Sînorî yê Kilîsê ketin
Nuçe Belav bike

Îro Yekşemê 5 mûşek li nêzîk Deriyê Sînorî yê Oncupinarê yê li Kilîsê ketin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îdia dike, ku mûşek ji aliyê PYD/YPGê ve hatine avêtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Bi 5 mûşekan êrîşî Deriyê Sînorî yê Oncupinarê yê li parêzgeha Kilîsê hat kirin û di encama êrîşê de birîndar û kuştî nînin."

Piştî bûyerê tîmên tendirustiyê û tîmên agir vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:05:08