9 rojnamevanên hatin girtin

Di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de, dadgehê derbarê 9 rojnamevanên Kurd de, ji ber nûçe, parvekirinên medya civakî û hinek serdanên wan biryara girtinê da.
29.10.2022, Cts - 06:15
9 rojnamevanên hatin girtin
Nuçe Belav bike

Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê roja Sêşemê 25ê Cotmeha 2022ê di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarêde 11 rojnamevan û karmendên Kurd ên ajansên Mezopotamya û JINNEWSê destserkiribûn. Rojnamevan Zemo Aggoz piştî destserkirinê bi merc hatibû azadkirin.

Her 10 rojnamevanên din ên destserkirî, doh 28ê Cotmeha 2022an ji bo dadgehkirinê bo Enqerê hatibûn birin û rûniştina doza wan li Dadgeha Enqerê hat dîtin.

Şeva borî piştî 5 demijêmeran ji karûbarêb îfadeyê dozger her 10 rojnamevan bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dadgeha Cezayan a Enqerê ji ber nûçe, parvekirinên medya civakî û hinek serdanên wan biryara girtina 9 ji wan rojnamevanên Kurd da. Rojnamevanek jî bi mercê kontrala dadî hat azadkirin û qedexeya derketina derveyî welat li ser hat ferzkirin.

Li gor Ajansa Mezopotamyayê, dozger derbarê beşdarbûna wan rojnamevanan di merasîma veşartina Nagihan Akarsel, nûçeyên ku kirine, peywendiyên wan ên ligel kanalên televîzyonî, endamtiya wan a Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê de û hinek serdanên wan ên bi armanca karê rojnamevaniyê bo beşek ji saziyan, pirs kirine û ev yek wek tawan bo wan hatine dîtin. Herwiha dozger ji yek ji rojnamevanan pirsiye; “We ferman ji PKKê wergirtiye?”

Şaxa Amedê ya Komelaya Hiquqnasên Azad îro 29ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî nerazîbûn derbarê biyara dadgehê de nîşan daye û dibêje: “9 rojnamevanên di lêkolîneke navenda wê li Enqerê de ku 25ê Cotmehê hatibûn destserkirin, ji ber çalakiyên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Azadiya ragihandinê û mafê wergiritna nûçeyan a welatiyan di bin êrîşeke giran de ye. Ragihandina azad bêdeng nebûye û nabe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:31