Abdurrahîm Temel: Mezlûm Ebdî û Serok Barzanî dê bi Ocalan re bicivin

erokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê Abdurrahîm Temel (Semawî) diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî û Mazlûm Ebdî dê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan re bicivin.
28.06.2025, Cts - 10:33
Abdurrahîm Temel: Mezlûm Ebdî û Serok Barzanî dê bi Ocalan re bicivin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî beriya bi hefteyekê gotibû, “Rêber Ocalan bi awayê fermî xwestiye ku bi min re hevdîtinekê bike.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî eşkere kiribû ku Abdullah Ocalan dixwaze bi Serok Mesûd Barzanî,Nêçîrvan Barzanî, Mazlum Ebdî, Qubad Talebanî û Bafil Talebanî re hevdîtinan bike.

Şîrovekar û Abdurrahîm Temel ku pêvajoya çareseriyê ji nêzîk ve dişopîne li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê ji Rûdawê re axivî.

Teme bû mêvanê Bultena Bakur aajansa Rûdawê û bersiva da pirsên Hêvîdar Zanayê.

“Ocalan dê here parlamentoyê”

Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê li ser hevdîtina şandeya DEM Partî û Recep Tayyîp Erdogan got:

“Li hundirê vê hefteyê de dê şandeya DEM Partiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive û dê her du alî gotinên xwe yên dawî ji hevdû re bêjin.

Her du alî jî bi hevdû bawer in û ji hevdû bawer in.

Biryar bû 15ê Tîrmehê Parlamentoya Tirkiyeyê bê girtin û girtina Parlamentoya Tirkiyeyê jî hat bipaşxistin.

Heta ji bo gerîlayan û girtiyên siyasî jî yasa neyên derxistin dê parlamento neyê girtin.

Di nava mehekê de dê ji bo gerîlayan û girtiyên siyasî li parlamentoyê yasa bên derxistin.

Di nava mehekê de dê Ocalan bi xwe jî dê bê parlamentoyê yan dê peyama wî li parlamentoyê bê xwendin.

Abdullah Ocalan di pêyama xwe de dê wan gavan bîne zimên.

Ocalan di peyama xwe de dê behsa lihevkirina xwe ya bi dewletê re bike û dê peyama ji Kurdên Rojhilata Navîn re bişîne.

Ew dê eşkere bike bê ka dê ji niha û bi şûn de dê çawa siyasetê bike dê wê pêvajoyê bîne zimên.

Hikûmeta Tirkiyeyê jî dê rê li ber Ocalan veke ku siyasetê bike.”

"Gerîla dê demekê li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê bimînin”

Abdurrahîm Temel di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêvajoya danîna çekan jî kir û got:

“PKK dê çekên xwe teslîmî artêşa Tirkiyeyê bike. Ez naxwazim behsa teslîmiyetê bikim teslîmiyet cuda ye danîna çekan cuda ye. PKK dê çekên xwe deyne.

PKK dê li 5 cihan çekan deyne û ekîba Ocalan serperiştiya vî karê stratejîk dike. Ew kesên ku Ocalan dixwaze tên Enqerê û Îmraiyê û bi (Ocalan) re hevdîtinê dikin.

25 kes li ser vê meseleyê bi Ocalan re kar dikin. 11 – 12 kes ji wan girtî ne. Ji Qendilê, ji Hewlêrê ji Rojava û ji Ewropayê jî kes diçin û tên û dewleta wan dibe û tîne.

Di dema çavdêriya danîna çekan de dê tenê Herêma Kurdistanê hebe ji bilî wê dê ti kes tunebe.

Piştî çekdanînê gerîla dê demekê li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bimînin û piştî ku yasa hatin derxistin dê vegerin Tirkiyeyê.

Ew nayên girtin û dê hinek ji wan di bin çavdêriya dewletê de bin lê wekî min got ti kes ji wan nakeve girtîgehê.

Ew dê bi rêya dijîtal ji hêzên ewlehiyê re cihên xwe diyar bikin û ev yek jî dê demkî be.

Piştî bi salekê 2 salan dê ew pêvajo jî bi dawî bibe û ew kesên ku bixwazin dikarin bixwînin bazirganiyê bikin û siyasetê bikin.”

“Enqere haziriya civîna Ebdî, Barzanî û Ocalan dike”

Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê  behsa daxwaza Abdullah Ocalan a hevdîtina bi Serok Barzanî jî kir û wiha domand:

“Amadehiya wê yekê tê kirin ku Abdullah Ocalan bi Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî re li Enqereyê bicive. Enqere wê amadehiyê dike.

Li Enqereyê amadehiya wê yekê tê kirin. Mezlûm Ebdî jî û Kak Mesûd Barzanî jî dê li Enqereyê bibin mêvan.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:17:52