AFADê amarên nû yên erdhejê belav kirin

Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane.
20.02.2023, Pts - 05:31
AFADê amarên nû yên erdhejê belav kirin
Nuçe Belav bike

Serokê AFADê Yunus Sezer, îro Yekşemê 20ê Sibata 2023ê amarên nû yên erdheja Mereşê, ku bandor li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, eşkere kirin.

Sezer got, “Mixabin di erdhejê de heta niha 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane. 35 hezar û 250 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê piştgirî dan xebatan. Niha 19 hezar karmendên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin. Li herêmê zêdeyî 250 hezar karmend kar dikin. Niha 15 hezar û 250 makîneyên kar dixebitin. 78 balafir û 116 helîkopter karên xwe berdewam dikin.”

Di erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdeyî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.

AFADê roja Yekşemê 19ê Sibatê ragihand ku piştî erdheja Mereşê 6 hezar û 212 erdhejên paşekî çêbûne. Xelkên ku xaniyên wan saxlem in û zerar nedîtine, ji ber tirsa erdhejeke nû newêrin biçin malên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 582 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:18