AFAD: Erdheja Mereş'ê bi qasî 500 bombeyên atomî wêranî kiriye

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) dibêje, erdheja li Tirkiyê rû daye, bi qasî 500 bombeyên atomî wêranî dirust kiriye.
11.02.2023, Cts - 14:54
AFAD: Erdheja Mereş'ê bi qasî 500 bombeyên atomî wêranî kiriye
Nuçe Belav bike

Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) di daxuyaniyekê de ragihand, erdheja li Tirkiyê rû daye, bi qasî 500 bombeyên atomî wêranî dirust kiriye, ji ber wê jî hejmarek ofîsên rizgarkirinê li deverên ku erdhej lê rû dane û zirar dîtine hatine bicihkirin.

Çend roj in tîmên ji zêdetirî 25 welatan li Tirkiye û Sûriyê li qurbaniyên erdhejê digerin û kêlî û bi kêlî hejmara qurbaniya zêdetir dibin.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li Bakurê Kurditanê, Tirkiye kiriye û li gorî dawî amaran, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 21 hezar û 43 kesan.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:02