AK Partî: Dê pêwendiyên rewşa Enqere-Hewlêrê bibe wek berê

Cêgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Desthilatdar Hamza Dag, ragihand, ku dê têkilîyên navbera Hewlêr û Enqerê di demek pêwîst de bigihêje asta xwe ya berê.
17.11.2017, Cum - 08:53
AK Partî: Dê pêwendiyên rewşa Enqere-Hewlêrê bibe wek berê
Nuçe Belav bike

Ew gotinên Dag di demekê de ne, ku Tirkiye yekem welat bû ku piştî erdheja li Herêma Kurdistanê alîkariyên mirovî şandin. Nivîskarekî nêzîkî AK Partiyê jî diyar dike ku ew bi hêvî ye ku dê Hewlêr û Enqere dubare nêzîkî hev bibin.

Hamza Dag di axaftina xwe ya ku li gel ajansa Rûdawê re pêkaniye got: "Ev Proseya çakbûnê berdewame. Nabe Têkiliyên navdewletî her xerab bimeşe. Dema proseya ketina frokeya Rusya dest pê kir têkilîyên me li gel vî welatî hat asta herî nimz. lê niha gihiştiye asta baştir. Ev meseleye jî (peywendî Erbîl û Ankara) her wek vê nimûnê ye. Di katek pêwîst de çareserî çêdibe û li gel proseyê wê gavên pêwîst were avêtin."

Ew hewlên Tirkiyê, piştî dirûstbûna tirsekî zor tê ku bandora siyasî û aborî ya Îranê li Iraqê zêde bûye ku piştî giştpirsiya Kurdistanê encam da. Helwesta Tirkiye ya li dijî giştpirsiyê alîkarî da Îranê. Kesên nêzîkî AK Partî jî bi eşkere ji vê rewşê ne razî ne.

Nivîsarê Rojnameya Takvîme ku nêzîk hikumetê ye, Ekrem Kiziltaş jî di axaftina xwe ya Rûdawê de dibêje; "Ez hêvîdarim ku peywendiyên li gel Bakurê Iraqê wê bigere asta xwe ya berê. lê belê ji bo vê jî hinek dem lazim e."

Herêma Kurdistanê, Tirkiye wek deriyek bi tenê dibîne ku nefta xwe bişîne bo welatên cîhanê. û herwiha pêdawistiyên xwe jî di vî deriyê de digihine Kurdistanê. Tirkiye giringiya xwe hêj jî ji dest nedaye lê ji bo drust kirina baweriya berê renge rêyek dirêj jî li pêşiyê be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:36:53