Akar: Tirkiye ji bo êrîşa ser Rojava bi Rûsan re gotûbêjan dike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand, ew bi berpirsên Rûsî re di gotûbêjê de ne, ji bo ku esmanê Sûriyê di operasyonên xwe yên dijî PKKê de bikar bînin.
26.12.2022, Pts - 07:15
Akar: Tirkiye ji bo êrîşa ser Rojava bi Rûsan re gotûbêjan dike
Nuçe Belav bike

Roja Yekşemê 25ê Berfanbara 2022an, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulûsî Akar ji medyaya welatê xwe re ragihand, ew di operasyonên xwe yên dijî PKKê û YPGê de li bakurê Sûriyê berdewam dibin û got: “Ji bo jinavbirina rêxistinên terorsîtî em berdewam dibin û niha jî em bi Rûsan re di gotûbêjê de ne li ser hemû mijaran û di nav de jî vekirina esman jî (Esmanê Sûriyê).”

Hulûsî Akar herwiha diyar kiriye, derbarê Sûriyê de ew li ser gotûbêjên xwe yên bi Rûsyayê re berdewam dibin û got: “Enqere ji her aliyekî ve li ser vê mijarê hewla dirustkirina pêwendiyê ligel desthilatdarên Sûriyê dide.”

Ji 20ê Cotmeha 2022an ve Tirkiyê dest bi êrîşên esmanî yên berfireh li ser binkeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li çend navçeyên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir ku di encama wan êrîşan de 59 kes hatine kuştin. Li gor rayedarên Rêveberiya Xweser, 16 ji wan kesan welatiyên sivîl û 19 kesên din jî şervanên HSDê bûn, herwiha 24 kes jî serbazên Artêşa Sûriyê bûn.

Paşê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, operasyona nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê wek serkeftî bi nav kir û hişyarî da ku ew dê di demeke nêzîk de operasyona bejayî jî dest pê bikin.

Gefên berdewam ên Tirkiyê bo destpêkirina operasyona bejayî li dijî Rojavayê Kurdistanê, rastî dijayetiya Amerîka û Rûsyayê, du aktorên bihêz ên li Sûriyê hatiye. Her du welatan bi aşkere û bi tundî dijayetiya xwe li hember her core operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê û Rojava nîşan dane.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê heftiya bihorî ragihand, êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê dê bibe sedema bihêzkirina DAIŞê li navçeyê.

Herwiha Îranê jî ku welatekî xwedî rol û pêgeheke bihêz e li Sûriyê, dijayetiya xwe bo operasyona Tirkiyê nîşan daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:22:42