Alîkarê Erdogan li ser Hekîm Luqman daxuyanî da

Cevdet Yilmazê Alîkarê Recep Tayyîp Erdogan got ku pêwendiya kuştina Hekîm Luqman bi axaftina bi Kurdî re nîne.
02.09.2024, Pts - 12:28
Alîkarê Erdogan li ser Hekîm Luqman daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Kesekî ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman li Stenbolê bi kêrê hat kuştin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Cevdet Yilmaz got ku gotinên bi rengê “Karsazê Dihokî tenê ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê axiviye hatiye kuştin” ne rast in û provokasyon in.

Li gorî Yilmaz, “Ti pirsgirêka wan bi wan kesan re nîne ku bi Kurdî diaxivin.”

Alîkarê Erdogan got, “Tirkî zimanê me yê fermî û hevpar e” û îdia kir ku hikûmeta wan qedexeyên li ser Kurdiyê rakirine.

“Em dê li dijî derkevin”

Cevdet Yilmaz di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir:

“Heke kesek tenê ji ber ku bi Kurdî axiviye rastî êrişê were em dê hemû li dijî vê derkevin û dê ji aliyê hiqûqî ve tiştê pêwîst were kirin.”

Yilmaz got, “Gumanbar welatiyekî me yê ji Êlihê ye. Li gorî lêkolînên destpêkê ti pêwendiya bûyerê bi axaftina bi Kurdî re nîne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:11