Amerîka li Herêma Kurdistanê' destûrê nade mudaxaleyeke leşkerî

Alîgirê rektor ê Zanîngeha Kadir Has ê Doç Dr. Ahmet Kasim Han ê ku bû mêvanê bernameye Yavuz Oghan a di RS FM dê got ku; Amerîka wê destûre nede mudaxaleyeke leşkerî a li ser Herêma Kurdistanê û pêwist bibîne wê dakeve qade.
26.09.2017, Sal - 14:00
Amerîka li Herêma Kurdistanê' destûrê nade mudaxaleyeke leşkerî
Nuçe Belav bike

Doh li herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê pêk hat. Di referandûmê de ji % 96 dengên belê derketin. Ev referandûm ji aliyên gelek dewlet û derdoran ve rastî bertekan hat. Bertekên herî tund ji aliyê Tirkiye, Îran û Iraqê ve hatin nîşandan. Iraqê got ez encamên referandûmê nas nakim. Îranê sînorên xwe û qada xwe ya hewayî girt. Tirkiyeyê jî li ser sînor tetbîqatekek leşkerî da destpêkirin.

Alîgirê rektor ê Zanîngeha Kadir Has ê û pisporê têkiliyên navneteweyî Doç Dr. Ahmet Kasim Han li ser meseleya referandûmê weha got; Rewşeke Herêma Kurdistanê ku yekser serxwebûnê ragihîne tuneye. Vê yekê jî raste rast dibêjin. Helwesteka wan a ku bi şer veqetin tuneye. Heke wê bikin jî dizanin bê çi li bendî wan e.

Han eşkere kir ku Tirkiye hê ne di rewşeke bê çare de ye weha pê de çû: "Di têkiliyên navneteweyî de, di van rewşên wisa de 3 rêbaz tên meşandin. Ya ewil, hûn berê li ser mijarê difikirin û ji bo tiştên hûn dixwazin pêk werin hûn nexşerêyekê amade dikin. Ya duyem li gor helwestên hemû aktoran, hûnê hewl bidin ku ji bo xwe encame herî baş bidest bixin. Ya sêyem jî li gor encama derketî holê hûnê bifikirin "di vê rewşê de ez çawa dikarim bijîm."Tirkiye hê ne di asta rêbaza sêyem de ye. Lê nikare tiştên ku dixwaze pêk werin jî pêk bîne.

Li gorî Han ê ku dibêje wê Amerîka destûre nede mudaxeleyeke leşkerî, divê piştgiriya ku Amerîka li Suriyê dide YPG û têkiliyên wê û Barzanî bihevre nayên analîz kirin. Xan wiha pê de çû: "Amerikayî derbarê vê herêmê de ne xwedî stratejiyekê ne. Referandûma Herêma Kurdistanê qet nebe ji aliyê dema wê ve, li gel ku ne bi dilê Amerikayê be hate kirin. Piştgiriya ku Amerika li Suriyê dide YPG/PKKê û têkiliyên wan yên bi Barzanî re di nav hev de nayên analîz kirin. Lewra ew dijberên hev in. Dibe ku xewna wan yek bin, lê heya bighin wê xewnê, xewnên din hene ku Amerikayî zêde ne tengijin, mudaxaleyeke leşkerî ya li ser Hewlerê dê biseknînin. Ji bo vê jî dê dakevin qadê. Lewra naxwazin Bexda bi Îranê re tevbigere û Îran li herêmê yekcartir bi hêz bibe.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:03