Babacan: Miriyên nasnameya wan nehatine tespîtkirin nayên hejmarkirin

Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan ragihand, “Ji her 100 avahiyên ku hilweşiyane dibe ku li ser yekê xebatên rizgarkirinê hebe. Dê hejmara miriyan zêde bibe.” Babacan herwiha got: “Kesên mirî ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin, di nav amarên miriyan de nayên hesabkirin.
09.02.2023, Per - 07:01
Babacan: Miriyên nasnameya wan nehatine tespîtkirin nayên hejmarkirin
Nuçe Belav bike

Ali Babacan, roja 8ê Sibatê bi şev serdana parêzgeha Hatayê kir, ku ji ber erdhejê zerareke zêde dîtiye. Babacan got: “Kesên mirî ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin, di nav amarên miriyan de nayên hesabkirin. Bi xemgînî bêjim, ku dê hejmara miriyan zêdetir bibe.”

Babacan dibêje, bi kareseteke mezin re rûbirû ne û di hevahengî û rêvebirina erdhejê de kêmasî hene.

Serokê Partiya DEVAyê got: ““Ji her 100 avahiyên ku hilweşiyane dibe ku li ser yekê xebatên rizgarkirinê hebe. Ango çalakiyek nîne. Kavil hene. Avahiyên 10-15 qatî hilweşiyane. Malbat li ber avahiyan li hêviya alîkariyan e û lê tevgerek nîne. Mirov bi awayekî neçar çaverê dikin. Hema bêje bajarek bi temamî wêran bûye. Tenê ne li Hatayê, li hember erdheja ku li Semsûr, Mereş û Meletiyê bi giranî hest pê hat kirin û bandora wê li Edene, Osmaniye, Dîlok, Kilîs, Riha û Amedê hebû rêvebirina dewletê û tiştên ku dike gelek qels in. Hatay bi kareseteke gelek mezin re rûbirûye, ji wêya ku hûn li ser telefon û televîzyonan dibînin.”

Babacan herwiha bang li hikûmetê kir, ku sosyal medyayê asteng neke û ragihand, ev karesat bi gefan nayê birêvebirin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

AFADê îro Pêncşemê saet 07:45 amareke nû derbarê erdhejê de aşkere kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 12 hezar û 873 kesan jiyana xwe ji dest dane û 62 hezar û 937 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 607 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:13:48