Bahçelî gotibû Kurdistan nîne, Parlamenterê HEDEPê bersiv da: Kurdistan heqîqet e

Parlmenterê HEDEPê Alî Bozan li parlamentoya Tirkiyeyê axivî û got, Kurdistan heqîqet e. Rastî naguhere. Ez Kurd im, navê welatê ku ez lê ji dayik bûme jî Kurdistan e.”
01.11.2023, Çar - 08:51
Bahçelî gotibû Kurdistan nîne, Parlamenterê HEDEPê bersiv da: Kurdistan heqîqet e
Nuçe Belav bike

Wekîlê Serokê Parlementoyê Celal Adanê MHPyî berî çend rojan piştî ku Parlamenterê Agiriyê yê HEDEPyê Sirri Sakik di axaftina xwe de gotina “Kurdistan” bi kar anîbû, mîkrafona xwe vekirî ji bîr kiribû û dijûn kiribû.

Nîqaşên di navbera MHP û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) berdewam dikin.

Serokê Giştî yê MHPyê Develet Bahçelî jî gotibû bi navê Kurdistanê ti cihek nîne.

Duh jî di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de wekîlên HEDEPyê xwest ku Celal Adnan îstifa bike.

“Kurdistan heqîqet e bi înkarê hêviyên xwe xweş nekin”

Parlementerê HEDEPyê yê Mêrsinê Alî Bozan jî bal kişand li ser nîqaşan û got:

Birêz Serok, 100 salên pêşî yên Komarê bi înkarkirina Kurd û Kurdistanê derbas bûn.

Ku em niha derbasî sedsala duyemîn dibin ev înkar berdewam dike. Bila tu kes bi înkarê hêviyên xwe xweş nekin.

Kurdistan heqîqet e. Rastî naguhere. Ez Kurd im, navê welatê ku ez lê ji dayik bûme jî Kurdistan e.”

Erdogan peyva Kurdistanê bi kar aniye

Alî Bozan diyar kir ku pêştir Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî peyva Kurdistanê bi kar aniye û ew axaftina Erdogan bi bîr xist:

“Ez vê rastiyê bi gotinên Serokkomar ku li Meclîsê anîbû ziman re ji we re vebêjim dibe ku hun baştir fêm bikin. Serokkomar gotibû:

‘Ew dê di nav girteyên parlamentoyê de peyva Kurdistanê bibînin. Kesên ku dîroka xwe nizanin, dîroka xwe naxwînin, ji bilî nezanî û tarîtiyê tiştekî nabêjin.

Em hinek din herîn demên berê dema Osmnaiyan, hûn dê bibînin ku Rojhilat û başûrêrojhilat wîlayeta Kurdistanê ye. Hûn dê bibînin Rojhilatê Behra Reş Lazistan e.

Ev mîrate ji dîroka me ji me re maye. Hûn nikarin van axaftinan înkar bikin.’ Birêz Recep Tayyîp Erdogan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:01