Bekîr Bozdag: Di lêpirsîna erdhejê de bo 184 kesan biryara girtinê hatiye dayîn

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand ku di lêpirsîna erdhejê de derbarê 184 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn ku di çêkirina xanî û avahiyan de xemsarî kirine.
25.02.2023, Cts - 15:47
Bekîr Bozdag: Di lêpirsîna erdhejê de bo 184 kesan biryara girtinê hatiye dayîn
Nuçe Belav bike

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûn sedema hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê kesên ku di çêkirina avahiyên hilweşiyayî de xemsarî kirine, lêpirsîn hatibûn destpêkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag îro Şemiyê 25ê Sibata 2023an di civîneke çapemeniyê de derbarê proseya lêpirsîna erdhejê de axivî.

Bozdag ragihand ku lêpirsînên erdhejê bi awayekî çalak berdewam in û got: “Heta niha li 7 hezar û 598 avahiyan karûbarên komkirina delîlan temam bûne, derbarê 612 gumanbaran de karûbarên yasayî hatine destpêkirin û 184 ji wan hatine girtin.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 44 hezar kesan canê xwe ji destdane.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum roja Pêncşemê ragihandibû ku di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 164 hezar û 321 avahî hilweşiyane yan zerareke zêde dîtine, yan jî divê bilez bên hilweşandin. Pisporên avahisayê jî dibêjin sedema sereke ya wan zereran jî wek pêdivî bikarneanîna kelûpelên avahîsaziyê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:10