Berdevkê AK Partiyê bikaranîna çekên kîmyayê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve red kir

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê îdiayên ku dibêjin, artêşa Tirkiyê li dijî endamên PKKê çekên kîmyayî bi kar aniye daxuyanî da û got, “Yên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar dikin, perçeyekî tora îftîrayê ne.”
20.10.2022, Per - 07:26
Berdevkê AK Partiyê bikaranîna çekên kîmyayê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve red kir
Nuçe Belav bike

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê îdiayên ku behsa wê yekê dikin ku artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî endamên PKKê çekên kîmyayî bikar aniye, bertek nîşan da.

Omer Çelîk red kir ku artêşa Tirkiyê di şerê li dijî PKKê de çekên kîmyayî bikar anîbe û ragihand, kesên behsa îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dikin alîkarên PKKê ne. got,

Çelîk got, “Yên ku Hêzên Çekdar ên Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcdar dikin, parçeyek ji tora îftîrayê ne.

Ev navendên ku hewl didin cinayetên rêxistina terorê bêguneh nîşan bidin ev in. Yên ku pesnê cinayetên PKKê didin, bi nûnertiya komên qirêj êrîşî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dikin.”

Çi bibû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve, roja 18ê Cotmeha 2022ê ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyevî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya NPGê, artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li nav axa Herêma Kurdistanê de ku ji meha Sibata 2021an ve destpê kirine, li Gare, Zap, Metîna û Avaşîn “bombe û çekên kîmyayî yên qedexekirî li ser navneteweyî ku gazên jehrîn çêdikin”, bikar aniye.

PKKê herwiha daye xuyakirin ku ji sala 2021an ve heta niha artêşa Tirkiyê 367 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyayî li dijî gerîlayên wan bikar aniye û destnîşan kiriye, 46 gerîlayan di wan êrîşan de canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:36:46