Bi hinceta ‘endamtî û propagandaya PKKyê’ 120 kes hatin desteserkirin

Li 16 bajaran di operasyonekê de 120 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.
17.02.2024, Cts - 17:13
Bi hinceta ‘endamtî û propagandaya PKKyê’ 120 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 16 bajaran li dijî PKKyê bi navê “Bozdogan” operasyonên hevbeş hatine encamdan.

Bajarên ku lê operasyon hatine ev in: Mêrdîn, Sêrt, Riha, Dêrsim, Meletî, Colemêrg, Çewlîg, Qers, Afyon, Enqere, Aydin, Hatay, Îzmîr, Qeyserî, Kocaelî û Konyayê operasyoneke bi navê Bozdogan-2 dan destpêkirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonan de bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê” 120 kes hatin desteserkirin.

Yerlîkaya îdia kir ku hinekan ji wan li ser medyaya civakî propagandaya PKKyê kiriye û hinek jî di nav rêxistinên li Sûriyeyê de cih digirin ku mebesta wî hêzên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê ne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê van demên dawî bi hinceta “endamtî û propgandeya PKKyê” operasyonên xwe zêde kirine.

Rojane li Bakurê Kurdistanê hinek welatiyan desteser dikin ku piraniya wan siyasetmedar, berpirs û endamên DEM Partiyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 620 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:36