Bîlançoya nû yên erdhejê hat ragihandin

Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 44 hezar û 374 kesan canê xwe jidest dane.
26.02.2023, Paz - 20:43
Bîlançoya nû yên erdhejê hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Serokê AFADê Yunus Sezer, îro Yekşemê 26ê Sibata 2023ê amarên nû yên erdheja Mereşê, ku bandor li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, eşkere kirin.

Yunus Sezer got: “Di erdheja ku navenda wê Mereş bû heta niha 44 hezar û 374 kesan canê xwe ji dest dane. Heta niha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li 21 hezar avahiyan bidawî bûye. Piştî erdheja 6ê Sibatê 9 hezar û 990 erdhejên paşekî çêbûne."

Sezer dibêje, heta niha 287 konbajar ava kirine û dê zêdetir ji 100 hezar konteynir ava bikin.

Di erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdeyî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:00