Çalakiya 1ê Îlonê ya li Stenbolê: Serokên HDPê yên bajaran jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin

Rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û welatiyên Stenbolê ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê hatin cem hev.
02.09.2022, Cum - 06:26
Çalakiya 1ê Îlonê ya li Stenbolê: Serokên HDPê yên bajaran jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi sedan kes li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê hatin cem hev û banga aştiyê kirin. Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê di çalakiyê de serokên HDPê yên bajar û navbçeyan jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û welatiyên Stenbolê ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê hatin cem hev.

Çalakî bi dirûşma "Şer mirin û aştî jiyan e" hat lidarxistin.

Karker, siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê, Dayikên Şemiyê, nûnerên saziyên jinan, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, jin, ciwan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Hat ragihandin di çalakiya ku dirûşmên "Şer na, aştî a niha" hatin gotin de herî kêm 60 kes hatin desteserkirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:01