Çavûşoglu: Em bendewariya bicihanîna soza Trûmp in

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu li ser daxuyaniya xwe ya doh ku piştî hevdîtina Trump-Erdogan îdia kiribû ku Trump gotiye, "em êdî çekan nadin YPG'ê û em li bendê ne Trump soza xwe bi cî bîne."
25.11.2017, Cts - 12:53
Çavûşoglu: Em bendewariya bicihanîna soza Trûmp in
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu li ser daxuyaniya xwe doh ku piştî hevdîtina Trump-Erdogan îdia kiribû ku Trump gotiye, 'Em êdî çekan nadin YPG'ê' axivî. Çavuşoglu got, 'Em li bendê ne Trump soza xwe bi cî bîne.'

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li bajarê Antalya ku ji bo kongreya partiya xwe ya navçeya Kemerê hatibûyê li ser daxuyaniya xwe ya doh ku piştî hevdîtina Trump-Erdogan îdia kiribû ku Trump gotiye, 'Em êdî çekan nadin YPGê' axivî.

Çavuşoglu da zanîn ku: "Em li bendê ne ku Trump soza bo YPG'ê bicih bîne."

Çavuşoglu doh ragihandibû ku Trump gotiye em hew çekan didin YPG'ê. Lê belê di daxuyaniya Qesra Spî de weha nehatibû gotin û tenê gotibûn em ê piştgiriya ku li qadê didin şirîkên xwe em ê ji nûjen ve plan bikin.

Herwiha rojnameya Amerîkî Washington Post ragihandibû ku, vê daxuyaniya Tirkiyê Pentagon şaşwaz kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:57