Çavûşoglu: Ezê biçim Iraqê û bi Ebadî re behsa arîşeyên Bexda û Hewlêr bikim

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragihand, dê çend rojên din serdana Iraqê bike û bi serokwezîrê wî welatî re behsa arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bike.
10.01.2018, Çar - 09:43
Çavûşoglu: Ezê biçim Iraqê û bi Ebadî re behsa arîşeyên Bexda û Hewlêr bikim
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ji ajansa Anadolu re gotiye, tê xwastin ku em di navbera Bexda û Hewlêrê de bibin navbeynkar. Jixwe ezê 21 vê mehê serdana Bexdayê bikim û bi serokwezîr Heyder Ebadî re li ser arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikim.

Mevlût Çavûşoglu amaje bi hewlên serxwebûna Kurdistanê jî kiriye û gotiye, helbet mafên kurdan di Destûra Iraqê de heye ji ber wê jî divê pêbendî Destûrê bin û dest ji guhertina sînoran berdin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa helwesta hikûmeta Kurdistanê li hember biryarên dadgeha federal ya Iraqê jî kiriye û gotiye, helwesta hikûmeta Herêmê baş lê her gava Hewlêr bi temamî pêbendî Destûra Iraqê bû emê piştevaniya wê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:49:31