Li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê berdewam dike ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.
Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ku ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.
Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.
Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê zîndanê li Selahattîn Demîrtaş hat birîn.
Bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat birîn.
Her wiha ji ber axaftina Newroza 21ê Adara 2016an 2 sal û 6 meh cezayê zindanê.
Ji ber axaftina xwe ya 29ê Sibata 2016an ya li Amedê salek û 6 meh cezayê zîndanê hat dayîn.
Bi giştî 42 sal cezayê zîndanê li Selahattîn Demîrtaş hat birîn.
Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.