Damezrînerê Kompanya Rapirsiyan a Avrasyayê hat desteserkirin

Damezrînerê Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz dema ji parêzgeha Enqerê diçû Antalyayê hat desteserkirin.
13.05.2023, Cts - 10:33
Damezrînerê Kompanya Rapirsiyan a Avrasyayê hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Rojnemavan Gokhan Ozbek li ser medya civakî ragihand ku îro Şemiyê 13ê Gulana 2023an damezrênerê Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz hatiye desteserkirin. Ozbek dibêje, “Dostê min ê hêja Kemal, dema ji Enqerê vedigeriya Antalyayê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.”

Hewiha derbarê sedema desteserkirina Kemal Ozkiraz de ti zanyariyek nehatiye belavkirin û li gor agahiyên Gokhan Ozbek, Ozkiraz bo Rêveberiya Emnî ya Enqerê hatiye birin.

Ev di demekê de ye ku sibe Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê tên kirin û di piraniya rapirsiyan de berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di gera yekemîn de bi ser dikeve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:39