Danûstendinên Swêd û Tirkiyê: Mijara sereke radestkirina endamên PKKê yê

Hikûmeta nû ya Swêdê ragihandiye ku ew dê li ser gotûbêjên bo endamtiya NATOyê bi Tirkiyê re berdewam be
25.10.2022, Sal - 14:55
Danûstendinên Swêd û Tirkiyê: Mijara sereke radestkirina endamên PKKê yê
Nuçe Belav bike

Hikûmeta nû ya Swêdê ragihandiye ku ew dê li ser gotûbêjên bo endamtiya NATOyê bi Tirkiyê re berdewam be. Mijara sereke radestkirina endamên PKKê û Cemaeta Gulen e. Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom dibêje, ne tenê hikûmeta Swêdê, lê Yekîtiya Ewropayê jî PKK weke rêkxistineke terorîstî pênase kirine.

Danûstandinên Finland û Swêdê li gel Tirkiyê ji 5 mehan ve destpê kirine. Hikûmeta nû ya Swêdê nameyek ji Enqere re şandiye û daxwaza civîneke taybet bi wê mijarê kiriye, lê Tirkiyê heta niha bersiva wê nedaye. Swêd daxwazê ji Tirkiyê dike belgeyên taybet bi wan kesên ku Enqere wek "terorîst" binav dike, pêşkêş bike, daku piştî piştrastbûnê, gotûbêjê li ser cîbicîhkirina bimerc a daxwazên Enqerê bike.

Wezîrê Derve yê nû yê Swêdê Tobias Billstrom ku hefteyeke dest bi kar kiriye, di nav hikûmeteke rastgir de ku bûye sedema nîgeraniya beşek Kurd û çalakvanên sivîl derbarê rêkeftina Swêdê ya ligel Tirkiyê de bo endambûna Rêxistina NATOyê.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom dibêje "PKK rêxistineke terorîstî ye, ne tenê hikûmeta Swêdê, lê Yekîtiya Ewropayê jî wiha pênase kiriye. Bi baweriya min ev mijar di çarçoveya têgehiştina Yekîtiya Ewropayê de baştir tên çareserkirin. Lewra divê her tiştekî di wê derbarê de ku di jihevtêgehiştina Yekîtiya Ewropayê de heye bê cîbicîhkirin, lê divê ew cîbicîhkirin jî di proseyekê re derbas bibe, ew prose jî divê li gor platformekê be ku têde bizanin ka Yekîtiya Ewropayê pirsyarên taybet bi rêxistinên terorîst çawa rave dike û jê fam dike."

Di dema nêzîka 5 mehên borî de, Fînland û hikûmeta Swêdê ligel Tirkiyê di danûstandinê de bûn bo endambûna NATOyê û heta niha gehiştine jihevtêgehiştineke destpêkê. Niha hikûmeteke nû ya Swêdê heye, ku bi hevpeymaniya çend partiyên rastgir bi Serokatiya Ulf Kristersson pêk hatiye û nameyek şandiye ji Enqerê re û daxwaza civîneke taybet bi wê mijarê kiriye, lê Tirkiyê heta niha bersiva wê nedaye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje "Em bi hişyarî çavdêriya wê yekê dikin daku bizanin gelo Swêd û Fînlanda pêbendbûnên xwe cîbicîh dikin? Bêguman parlamento deng li ser vê yekê dide. Em pêdagiriyê li ser helwêsta xwe dikin heta ew sozên bo me hatine dayîn bên cîbicîhkirin."

Opozisyona Swêdê hê di wê baweriyê de ye ku hikûmeta nû ya welat li ser heman rêbaza hikûmeta berê diçe, lê belê dizanin ku endambûna wan a NATOyê karê serekî.

Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Pal Jonson ragihand "Ev hikûmet, hikûmeta min, girîngtirîn pêbendbûna wê ya siyasî ya niha bêguman cîbicîhkirina proseya endambûna Rêxistina NATOyê, wî karî jî ligel Fînlandê dikin."

Swêd daxwazê ji Tirkiyê dike belgeyên taybet bi wan kesên ku Enqere wek "terorîst" binav dike, pêşkêş bike, daku piştî piştrastbûnê, gotûbêjê li ser cîbicîhkirina bimerc a daxwazên Enqerê bike, ev ji xeynî pêbendbûna Stockholmê bi yasa, rêkar û pîvanên Yekîtiya Ewropayê ku destê wê di asta mafên mirov de gelekî sînordar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:02