Davutoglu: Ez hez dikim fêrî Kurdî bibim

Davutoglu got: Di serdema min de qeyûm nehatin tayînkirin. Di dema min de Kurdî ne qedexe bû
19.09.2022, Pts - 07:21
Davutoglu: Ez hez dikim fêrî Kurdî bibim
Nuçe Belav bike

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu li bajarê Stenbolê di mitîngeka partiya xwe de axivî û got: Ez hez dikim fêrî Kurdî bibim.”

Her wiha Davutoglu got: “Di serdema min de qeyûm nehatin tayînkirin. Di dema min de Kurdî ne qedexe bû.”

Davutoglu destnîşan kir jî: “Partiya Gelecekê, partiya Kurdan e, partiya Elewîyan e, partiya Tirkan e.” Her wiha got jî: “Ez Tirk im, ez ê mafên Kurdan biparêzim.”

Davutoglu di derheqê Pêvajoya Çareseriyê de jî dibêje, ew tekane siyasetmedar e ku wekî Serokwezîrek serdana Navenda Giştî ya HDPyê kiriye bêyî ku xwe kêm bibîne ji vê serdanê. Lê HDPê ji ber ku guhdariya wî nekiriye û piştgiriya banga şerê çekdariyê ya li PKKê kiriye, wî jî têkoşîna li dijî PKKyê careke din daye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:47