DEM Partî civiya: 'Heyet dê piştî vegera ji Hewlêrê Ocalan ziyaret bike'

DEM Partî piştî ku Şandeya Îmraliyê ji Herêma Kurdistanê vegere dê daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bike.
13.02.2025, Per - 07:30
DEM Partî civiya: 'Heyet dê piştî vegera ji Hewlêrê Ocalan ziyaret bike'
Nuçe Belav bike

Meclisa DEM Partiyê li ser "rûdanên siyasî, tayînkirina qeyûman, desteserkirin, lêpirsîn û peyama Abdullah Ocalan" civiya.

Li gorî nûçeya ANKAyê, hikûmetê hîn jî zelal nekiriye Ocalan dê li kû û di çi şert û mercan de peyama xwe  bide.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê were Herêma Kurdistanê û hinek hevdîtinan bike.

DEM Partiyê diyar kir ku Şande dê 16ê Sibatê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Şande dê roja 17ê Sibatê jî here Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.

Şande dê cara sêyem bi Ocalan re bicive

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, şande dê piştî van hevdîtinan ji bo agahdarkirinê daxwaza hevdîtina sêyem a bi Ocalan re bike.

Şande, piştî ku ji Herêma Kurdistanê vegere dê bi hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re rewşê binirxîne û biryarê bide ka dê daxuyaniyê bide yan na.

Komîte dê 17ê Sibatê kom bibe

Tevî ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan berdewam dikin jî rayedarên DEM Partiyê da zanîn, ew ji ezmûnên heta niha dizanin ku "ev pêvajo" dê ne li ser pîvanên dilsoziyê bin.

Rayedarên partiyê ragihand ku ji bo xurtkirina zemîna danûstandinan, ew dê her tiştê pêwîst bikin û di heman demê de dê dev ji têkoşîna li dijî danîna qeyûman û desteserkirinê jî berdedin.

Komîteya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê dê 17ê Sibatê kom bibe.

Rojeva Komîteya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê dê li ser pêşniyara hevserokên giştî were diyarkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:58:13