DEM Partî: Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel

DEM Partiyê li ser tayînkirina qeyûman got, “Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.”
04.11.2024, Pts - 10:23
DEM Partî: Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

“Li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn”

Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.

Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.

Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.

Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.

Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”

“Ev derbeyeke eşkere ye”

DEM Partiyê bi bîr anî ku desthilatê qeyûm daniye ser Şaredariya Esenyurtê jî û got:

“Ducareyeke 30 salî ya tesfiyekirina gelê Kurd a ji siyaseta demokratîk e ku ji 1994an ve dewam dike.

Ev derbeyeke eşkere ye ku li vîna gel hatiye kirin.

Israrkirina di siyaseya qeyûman de ya ku her hilbijartinê têk diçe nîşaneya jihalketina siyasî ye.

Desthilata AKP-MHPyê bûye rejîmeke wiha ku tiştê nikare bi hilbijartinê bistîne bi rêya daraz û ewlehiyê distîne.

Êv êriş di heman demê de êrişeke li ser mafê hilbijartin û hilbijirînê yê gelê Kurd e.

Rewşeke ecêb e ku ewên dibêjin bi derbe û wesayetê re têdikoşin bi xwe bûne derbekarên xwerû.

Li vê xalê zilm û zordarî ti carî mayînde nebûye û dê nebe jî.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:02:53