DEM Partiyê biryara xwe ya Stenbolê da

Hat ragihandin ku DEM Partiyê biryar da li Stenbolê berbijêrê/a xwe nîşan bide.
03.02.2024, Cts - 16:51
DEM Partiyê biryara xwe ya Stenbolê da
Nuçe Belav bike

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi rojeva hilbijartinên şaredariyan civiya.

Li gorî nûçeya MAyê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînê de piştî nirxandin û gotûbajan biryar da ku jib o Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê berbijêr nîşan bide.

Li gor heman çavkaniyê li ser bernamzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di civînê de nîqaş hatine kirin lê hîn ti nav zelal nebûne.

Herwiha biryar hatiye dayîn DEM Partî li Boluyê Velî Saçilik wekî berbijêr nîşan bide.

Li gorî zanyariyan DEM Partiyê herwiha biryar da ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê jî berbijêrê xwe derxîne û navê siyasetmedar Kemal Bûlbûl ku Parlamenterê Antalyayê yê HDPê bû di rojevê de ye.

DEM Partiyê heta niha ev nûçe piştrast nekiriye lê berdevka Partiyê Ayşegul Dogan piştî civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya me ku bi rojeva hilbijartinan kom bûye berdewam dike. Helbet yek ji mijarên herî girîng ên di rojeva me de Stenbol e.

Sibe (Yekşemê) demjimêr 14:00an em dê helwesta xwe ya derbarê Stenbol û bajarên din de li navenda giştî ya avahiya xwe ragihînin.”

Çend roj berê hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaşê ragihandibû eger DEM Partî jî bixwaze ew amade ye bibe berbijêriya Şaredariya Mezin a Stenbolê.

Berdevka DEM Partiyê jî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de gotibû:

“Eger Başak Demîrtaş bixwaze ji cihekê siyasetê bike û an jî bixwaze bê nav siyasetê ew navnîşan DEM Partî ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:44:16