DEM Partiyê li ser danîna qeyûm daxuyanî da

DEM Partiyê derbarê danîna qeyûm a ser Şaredariya Wanê got, "Darbeya nîvê şevê ya ku li ser Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin, darbeyeke li dijî îradeya gel e."
15.02.2025, Cts - 09:45
DEM Partiyê li ser danîna qeyûm daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.

Li gorî Wezaretê, li şûna Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan, Parêzgarê Wanê Ozcan Balci wekî qeyûm hatiye tayînkirin.

"Ev darbeyek e"

DEM Partiyê li ser danîna qeyûmî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Ev darbeyek e. Darbeya nîvê şevê ya ku li ser Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin, darbeyeke li dijî îradeya gel e.

Em êrişa li ser avahiya şaredariyê, bi bikaranîna gaza îsotê û fîşekên plastîk ên li dijî gel, lêdan û binçavkirina zarok û kalan şermezar dikin!

Em dê li hemberî vê bêhiqûqiyê serî netewînin. Em dê li dijî zihniyeta qeyûmê ku dixwaze îradeya gelê Wanê binpê bike rawestin! Şaredarî ne yên darbekeran in, yên gel in!"

11ê Sibata 2025an, 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan birîbû.

Piştî ku cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê li ber avahiya şaredariyê dest bi nobetê kiribû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:48