Demîrtaş bo Akşener: Tu bizanibe ku em Kurd in, em di doza xwe de jî mafdar in

Selahattin Demirtaş, ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener re nameyeke vekirî şand.
08.03.2023, Çar - 14:55
Demîrtaş bo Akşener: Tu bizanibe ku em Kurd in, em di doza xwe de jî mafdar in
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî ye, ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener re nameyeke vekirî şand.

Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê nameyeke vekirî ji Meral Akşener re şand û diyar kir, ew wek dengderekî HDPê, dê li gor biryara partiya xwe dengê xwe bide.

Demîrtaş destnîşan dike: “Partiya me HDP, wek Partiya ÎYÎ rewatiya xwe ji gel wergirtiye. Di ser de jî, gel ji partiya we (Partiya ÎYÎ) zêdetir deng dide HDPê û gel HDP kiriye partiya sêyem a Tirkiyê.”

Herwiha diyar dike: “Hûn wek beşek ji Hevpeymaniya Miletê, we li hember partiyên di hevpeymaniya we de jî, bi awayekî dijwar muzakere kir. Siyaseta muzakereyê ya ku ji bo we rewa ye, gelo çima ji bo HDPê ne maf e?”

Selahattin Demirtaş di dawiya nameya xwe de bi zimanê Kurdî diyar dike: “Peyva dawî, birêz Akşener bila tu bizanibe ku em Kurd in. Em gelê Kurd xwedî nasname, ziman, çand, huner û dîrok in. Em di doza xwe de jî mafdar in. Bila qet neyê jibîrkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:57