Demirtaş: Eger bixwazim dikarim di rojekê de ji girtîgehê derkevim

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş ragihand, eger bixwaze dikare di rojekê de ji girtîgehê derkeve, lê hingê dê rûmeta xwe ji dest bide û tekez kir, ew karekî wisa nake.
20.01.2023, Cum - 13:09
Demirtaş: Eger bixwazim dikarim di rojekê de ji girtîgehê derkevim
Nuçe Belav bike

Selahattin Demirtaş, derbarê rojeve Tirkiyê û hilbijartinan de bersiva pirsên Rojnameya Îz a herêmî ya Îzmirê da.

Demirtaş got: “Min ti carî ji bo derketina ji girtîgehê hewl neda, parêzerên min ew hewl dan. Eger bixwazim dikarin di rojekê de ji vê derê derkevin, lê bêrûmet. Li şûna ku ez tiştekî wiha bikim ez ê heta mirinê li vêderê bimînin.”

Demirtaş dibêje, weke hemû giriyên siyasî girtîgeh bo wî jî bûye qada berxwedanê û bang li dengdêrên Îzmîrê kir, ku dengê xwe bidin û HDPê û ew dengdêrên Îzmîrî şermezar nakin.

Demirtaş derbarê maseya şeş partî de got: “Maseya şeş partî ji bo diyalogê ezmûneke girîng û hêja ye, lê têr nake. Ji bo avakirina komareke demokratîk ku kesek li derveyî wê nemîne divê miroc hê zêdetir bi cirhet be.”

Demirtaş li ser pirsa “Dema hûn ji girtîgehê derketin, hûn ê yekem car serdana kîderê bikin” got: “Di bîra min de ew kesên ku me jidest dane hene, di derfeta yekem de ez dixwazim biçin ser gorên wan û hêvî dikim herî dawî ez ê ji vê derê derkevim, lê dema ez derketim eger hevalên me di girtîgehan de mabin, çûna malbata wan bo min deynek e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:27