Demirtaş: Eger HDP bê girtin dê Tifaqa Cumhur zerarê bike

Selahattin Demirtaş, derbarê rojeva Tirkiyê û hilbijartinan de bersivên pirsên T24ê da.
23.12.2022, Cum - 07:29
Demirtaş: Eger HDP bê girtin dê Tifaqa Cumhur zerarê bike
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş debarê egera girtina HDPê de dibêje, dê HDPyî rêyeke bibînin, lê dê Tifaqa Cumhur zerarê bike û ew dê ji aliyê siyasî ve berdêlê bidin. Demirtaş derbarê hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de jî ragihand: “Divê opozîsyon berjewendiyên kesayetî bide aliyekî û ji bo ji vê rewşê rizgar bibin, bi hev re tevbigerin. Lê mixabin herî zêde kesên ji xwe re dibêjin `netewperwer, welatperwer û netewî` hesabên biçûk dikin.”

Selahattin Demirtaş, derbarê rojeva Tirkiyê û hilbijartinan de bersivên pirsên T24ê da.

Demirtaş got: “Ji medya û siyasetê heta kesên burokrat derdorên opozîsyon ji bo berjewendiyên xwe yên piştî hilbijartinê di bin navê `berbijêrê ku dikare biser keve` berbijêrekî derdixînin pêş. Ev tişta gelekî min aciz dike. Lê di nav wêranî, birçîbûna xelkê û hejariya welat de divê opozîsyon berjewendiyên kesayetî bide aliyekî û ji bo rizgarbûnê, bi hev re tevbigerin. Lê mixabin herî zêde kesên ji xwe re dibêjin `netewperwer, welatperwer û netewî` hesabên biçûk dikin. Kurd, Elewî û çepgirên ku wek `dabeşker,xaîn` tên binavkirin helwêsta prensîbane ya welat dide pêş, pêşan didin.”

Demirtaş dibêje, divê partiyên şeş maseyî jî û tifaqên din jî li hember lîstikan baldar bin û berbijêrê ku bi awayekî prensîbane li ser bê lihevkirin, dê biser keve û hemû kesên ku navên wan bo berbijêriyê derbas dibin dikarin biser kevin.

Demirtaş li ser pirsa “Dengdêrên HDPê li navê Kemal Kilicdaroglu çawa dinêrin ango li berbijêrekî çawa digerin” got: “Berbijêrekî bi prensîbên demokrasiyê ve girêdayî û li gor wan prensîban tevbigere dikare piştgiriya dengdêrên HDPê werbigre, helbet di nav de Kemal beg jî. Lê derbarê berbijêr û piştgiriyê de li gor geşedanan, dê rêveberiya HDPê biryarê bide û dema roja wê hat eşkere bike.”

Demirtaş debarê egera girtina HDPê de dibêje, dê HDPyî rêyeke bibînin, lê dê Tifaqa Cumhur zerarê bike û ew dê ji aliyê siyasî ve berdêlê bidin.

Demirtaş derbarê berbijêrê HDPê de got: “Nirxandinên HDPê bi temamî neqediyane, hevalên me xebatên xwe berdewam dikin. Dibe ku pêwîstî nemîne HDP berbijêrê xwe nîşan bide û eger nîşan bide jî dema lihevkirin hebe dê paş de vekişandinê binirxîne. Heta niha biryara dawî nehatiye dayîn. Eger Gultan Kişanak wek berbijêr bê nîşandan, ez dê pê şanaz bim. Ez dê ji dil û bi hemû hêza xwe piştgiriya wê bikim. Lê ev nêrîna min e, ez bi taybetî bêjim.”

Demirtaş derbarê egera ji partiyên şeş maseyî du berbijêr û ji HDPê jî berbijêrek hebe, got: “Tiştê herî rast ku bi berbijêrekî hevbeş di gera yekem de encam bê stendin. Berî ku mirov vê bijardeyî binirxîne, fonksiyona pêş de nirxandina bijardeyên nabe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:41