Demîrtaş: Ez alîgirê piştgirîdayîna berbijêrekî hevpar im

Demîrtaş bi rêya parêzerê xwe daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a AFPê û got, "Ez alîgirê piştgirîdayîna berbijêrekî hevpar im."
27.01.2023, Cum - 13:06
Demîrtaş: Ez alîgirê piştgirîdayîna berbijêrekî hevpar im
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku HDP li şûna ku berbijêrê xwe destnîşan bike, li gel wê yekê ye ku li hember Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî bide berbijêrê hevpar ê opozîsyonê.

Demîrtaş bi rêya parêzerê xwe daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a AFPê û got, "Ez alîgirê piştgirîdayîna berbijêrekî hevpar im."

Piştî ku 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê bi isar HDPê li derveyî tifaqê hiştin , Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ragihandibû ku wê dê berbijêrên xwe derxin. Selahattîn Demîrtaş jî wê demê piştgirî dabû vê biryara HDPê û gotibû dê HDP bi berbijêrê xwe hember dengdêrên xwe.

Herwiha Demirtaş got ku Kurd jî di nav de, divê berbijêrek hevbeş ku nûnertiya hemû opozîsyona Tirkiyê dike, were derxistin.

HDPê derbarê berbijêrbûna Demîrtaş de daxuyaniyek belav kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê naveroka havdîtinê bi Demîrtaş re daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo Demîrtaş bibe berbijêr serokomariyê yê HDPê pêşniyar lê hatiye kirin û dibêje “Di hevdîtinê de Demîrtaş spasiya şanda kir û diyar kir ku rewşa wî ya yasayî ji bo berbijêriyê ne guncaw e û tekez kir ku ew dê bibe piştevanê karên ku di vî warî de ji aliyê partiyê ve bên kirin.”

Di dxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Hevserokê me yê serdema berê Selahattîn Demîrtaş ku weke rehînekî siyasî tê girtin û heyetek me duh li Girtîgeha Edîrneyê der barê berbijêrtiya wî ya serokkomariyê de hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Demîrtaş spasiya şanda kir û diyar kir ku rewşa wî ya yasayî ji bo berbijêriyê ne guncaw e û tekez kir ku ew dê bibe piştevanê karên ku di vî warî de ji aliyê partiyê ve bên kirin.

Demîrtaş diyar kir ku ew ê li pişt navê ku weke berbijêrê Tifaqa Ked û Azadiyê derkeve holê bisekine, careke din biryardariya xwe ya berdewamkirina xebatên hilbijartinê û xebata bi partiyê re bi awayekî herî bi bandor nîşan da. Rêveberiya partiya me jî ji ber vê nêzîkatiyê spasiya wî kir û hevrabûna li ser mijara xebata hevpar ku dê biser bixe xurt kir.”

HDPê ragihand ku wê di hilbijartinên Serokkomariyê de berbijêrê xwe derxe. Di paşperdeyê de tê gotin ku dê parlamanetera berê û hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji aliyê HDPê ve wek berbijêr bê destnîşankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:03:51