Demirtaş ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da

Selahattin Demirtaş ji bo hevdîtineke online li gel serokê PKKê Abdullah Ocalan bike, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da.
30.11.2022, Çar - 15:17
Demirtaş ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê yê zindanîkirî Selahattin Demirtaş ji bo hevdîtineke online li gel serokê PKKê Abdullah Ocalan bike, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da.

Demîrtaş di serlêdana xwe de diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan kiryareke nehiqûqî ye û divê bi dawî bibe.

Demîrtaş got: “Ji bo dawî li polîtîkayên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî daîmî bê anîn, ez weke parêzer û siyasetmedar daxwaz dikim ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ku ez lê me bi rêya SEGBÎS'ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin.”

Demîrtaş got: “Weke ku tê zanîn Abdullah Ocalan ev nêzî bîst û sê sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ya girêdayî Wezareta we di hucreya yek kesî de û di şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Zêdetirî bîst meh in bi awayekî derqanûnî ji mafê xwe yê ramanê li gel malbat û parêzerên xwe bêpar maye.”

Demîrtaş di serlêdanê de dibêje: “Di vê demê de ku welat niha rastî xizaniyeke kûr, qeyrana aborî û depresyonên civakî tê, siyaseta hikûmetê ya pevçûn û aloziyê, li hundir û derve, dibe sedema ziyan û azarên mezin. Hêviya herî mezin a gel ew e ku di zûtirîn dem de dev ji van polîtîkayên şaş berdin; jîngeheke aştî û aramiyê dabîn bike ku tê de xizanî û bêkarî bi dawî bibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:58