Demîrtaş: Ji min re hat pêşniyarkirin ku ez bikevim şûna Ocalan

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di Doza Kobanî de bibîr xist ku Serokê Saziya Îstîxbarata Netewî ya Tirkiyê (MIT) Hakan Fidan xwestiye ligel wî hevdîtinê bike û got “Ji min re pêşniyar kirin ku ez bikevim şûna Ocalan lê min qebûl nekir. Em em in û Ocalan jî Ocalan e.”
02.12.2022, Cum - 05:54
Demîrtaş: Ji min re hat pêşniyarkirin ku ez bikevim şûna Ocalan
Nuçe Belav bike

Li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê roja Pêncşemê 1ê Kanûna 2022ê rûniştina 7emîn ya gera 19emîn Doza Kobanî li Salona Girtîgeha Sincanê hat kirin û dê Înê 2ê Kanûnê jî berdewam be.

Li gor belgeyên dozê ku ji aliyê HDPê hatine belavkirin Demirtaş di rûniştinê de amaje bi wê yekê daye di dema proseya aştiyê de dema şande diçûn Îmraliyê Serokê MITê Hakan Fidan xwestiye ligel wî hevdîtinê bike lê wî qebûl nekiriye. Demirtaş dibêje bi zanebûn dixwazin di navbera wî û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de rojeveke vala ava bikin û ew di vê zanebûnê de ne.

Demirtaş dibêje “Bila kes ji me hêvî neke ku em gavê paşde bavêjin û xwe radestî wan bikin. Pêşniyar kirin ku min bixin cihê Ocalan. Xwestin ji min Ocalanekî biçûk çêbikin. Em em in û Ocalan jî Ocalan e. Hêz û rola Ocalan heye bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike. Em jî wek nûnerên siyasî yên gel bo çareseriyê li parlamentoyê xwediyê rolekî ne.”

Doza Kobanî ji ber protestoyên dijî êrîşên DAIŞê yên ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di 6-8ê Cotmeha 2014an de dijî hevserok, şaredar û sedan endam û alîgirên HDPê hatiye vekirin. Di wê dozê de, Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ku 20 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji aliyê HDP û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li ser sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di wan bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê, zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:58