Demîrtaş: Nabe partiyên Kurdistanî wekî bazara kursiyan nêzikî hevpeymaniya ligel HDPê bibin

Hevserokê berê yê HDPê Selehattîn Demîrtaş bang li partiyên Kurdistanî dike: “Nabe partiyên Kurdistanî wekî bazara kursiya parlamenteriyê, nêzikê hevpeymaniya ligel HDPê bibin.”
12.01.2023, Per - 07:14
Demîrtaş: Nabe partiyên Kurdistanî wekî bazara kursiyan nêzikî hevpeymaniya ligel HDPê bibin
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaşî, bersiv pirsên Kurdistan24ê da û di derbarê danûstandinên HDPê û partiyên Kurdistanî yên ji bo hevpeymaniyeke hilbijartinê de rexne li hin aliyên partiyên Kurdistanî girt.

Demîrtaş dibêje, hinek alî mijara tifaqa HDPê bi awayekî netemam û şaş, tenê wek bazara parlemanterî û kursiyên serokatiya şaredariyan dibînin. Ev helwest ne rast e û nabe berî lihevkirinekê li ser prensîpan û têkoşîneke hevbeş, bazara kursiyên parlementeriyê li HDPê were ferzkirin.

Demîrtaş destnîşan kir, PDK-Bakur ku di encama hevpeymaniya Kurdî ya ligel HDPê de, Şaredariya Pîranê ya Diyarbekirê bidest xistibû, lê paşê tevlî AK-Partiyê bûbû. Ji ber vê bûyerê Demîrtaş diyar dike ku, mijara hevpeymaniya Kurdî, ne berjewendiya takekesî an jî partiyan, divê berjewendiyên gel lixwe bigre.

Her wiha Demîrtaş got: “Ez hêvî dikim di vê hilbijartina dîrokî de, Kurd bi yekrêzî derkevin pêşberî dengderên xwe. Ez jî li vir ji bo tifaq û yekrêziya netewî, bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd dikim ku bi fedakarî tevbigerin.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:36:00