Derbarê 50 kesan de bi hinceta `endamtiya PKKê` biryara desteserkirinê hat dayîn

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta “endamtiya PKKê” derbarê 50 jinên endamê Tevgera Jinên Azad (TJA) de biryara desteserkirinê da
29.11.2022, Sal - 12:42
Derbarê 50 kesan de bi hinceta `endamtiya PKKê` biryara desteserkirinê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta “endamtiya PKKê” derbarê 50 jinên endamê Tevgera Jinên Azad (TJA) de biryara desteserkirinê da. Polîsan ji bo desteserkirina wan 50 jinan li 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dibêje: “Navenda wê Enqere li 14 bajaran derbarê 50 gumanbarên di encama xebatên Ofîsa Lêpirsîna Tawanên Terorê de hatine tesbîtkirin, ku ser bi baskê jinan ê PKKê ne bi hinceta `endamtiya PKKê` biryara desteserkirinê hatiye dayîn.”

Tîmên Şaxa Terorê yên Rêveberiya Ewlekariya Amedê, li 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo desteserkirina 50 kesan dest bi operasyonê kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi hinceta PKKê xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:59