Di nava 24 saetan de 3 bijîşkan xwe kuşt

Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ragihand ku li parêzgehên Semsûr, Edene û Mêrsînê di nava 24 demjimêran de sê bijîşkên ciwan xwe kuştiye.
28.09.2023, Per - 12:05
Di nava 24 saetan de 3 bijîşkan xwe kuşt
Nuçe Belav bike

Yekîtiya Bijîşkên Tirk duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, li Zanîngeha Bijîşkî ya Çukurovayê ya Edeneyê Dr. Rumeysa Keleş, li Navenda Tenduristiya Civakî ya Semsûrê jî Dr. Eren Ozkara xwe kuştiye.

Herwiha îro jî demjimêrên sibehê Yekîtiya Bijîşkên Tirk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyameke din ragihand ku li Mêrsînê bijîşkekê xwe kuştiye.

"Em xemgîn in lê bihêrs in!"

TTByê di peyama xwe de got:

“Di heman rojê de li Mêrsînê bijîşkeke din jî dawî li jiyana xwe anî. Em sersaxiyê û sebrê ji malbat, xizm û karmendên tenduristiyê re dixwazin. Em xemgîn in lê bihêrs in!

Em qebûl nakin ku pîşeya bijîşkiyê û navendên tenduristiyê ji ber sedemên wekî ‘krîza aborî, nebûna ewlehiyê, şert û mercên giran’ di bin dorpêçê de bin.

Em bangî hemû hevpîşeyên xwe dikin ku ji bo jiyanê û parastina mafên bijîşkan tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her ku diçe şert û mercên bijîşkan dijwartir dibin û di van du salên dawiyê de hejmareke zêde ya bijîşkan ji Tirkiyeyê koç kiriye.

Li gorî amarên Yekitiya Bijîşkên Tirk, di 8 mehên destpêkê yên îsal de hezar û 964 bijîşkan ji bo biçin derveyî Tirkiyeyê “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:39