Di sala 2022an de herî kêm 327 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Tora Ragihandina Serbixwe (Bianetê) ragihand di sala 2022an de li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê herî kêm 327 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 793 jin jî hatine birîndarkirin.
07.03.2023, Sal - 17:33
Di sala 2022an de herî kêm 327 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Tora Ragihandina Serbixwe (Bianetê) amarên kuştin û binpêkirinên di sala 2022an de li seranserê Bakurê Kurditan û Tirkiyê li hember jinan hatine pêkanîn eşkere kirin. Ew amar ji nûçeyên medya û saziyên ragihandinê hatine berhev kirin.

Li gor wan amaran ji 1ê Çileya 2022an heta 31ê Kanûna 2022an li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê herî kêm 327 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.Di sala 2022an de herî kêm 198 jin bi awayek gumanlêkirî mirine ku di nav wan de kesên trans jî hebûn. 793 jin jî ji aliyê mêran ve hetine birîndar kirin.

Di heman serdemê de mêran destdirêjiya seksî li hember 156 jinan hatiye kirin. 442 jin ji aliyê mêran ve hatine neçarkirin ku karkeriya seksê an jî leşfiroşiyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:33