Dorpêçkirina Sancar bû sedema bertekan

Serokên partiyên opozîsyona Tirkiyê jî bertek nîşanî vê rewşê dan.
20.12.2022, Sal - 06:33
Dorpêçkirina Sancar bû sedema bertekan
Nuçe Belav bike

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan ji ber ku di dema çalakiya ku li navçeya Kadikoy a Stenbolê hat lidarxistin de rê nehat dayîn ku Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar bikeve avahiya HDPê ya navçeyê şermezar kirin.

Kiliçdaroglu got “Ti serokê partiyek siyasî, di bin ti şert û mercan de nayê qebûlkirin ku li ser fermanê ji aliyê polîsan ve bê dorpêçkirin.” Davutoglu jî wiha pirs kir “Gelo demokrasî derketiya betlaneyê?”

18ê Berfanbara 2022an li navçeya Kadikoy a Stenbolê polîsan destewerdana meşa “Nobeta Edaletê” kir û di dema çalakiyê de polîsekî şimaqek li Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû xist. Tundiya polîsan bu sedema bertekan. Walîtiya Stenbolê îdia kir ku Encu sivikatiyê li polîsan kiriye. Encu jî Walîtiya Stenbolê derewand û got ku polîsan dijûnên ku nayên gotin jê re gotine.

Kesên ku xwestin li dijî lêdana polîsan a li Encu protesto bikin, xwestin îro li Navenda HDPê ya Navçeyê Kadikoyê bicivin. Lê belê polîsan destûr neda ku girse bicive.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî dorpêçkirina polîsan de diyar kirin ku ev tişt nayê qebûlkirin.

Serokên partiyên opozîsyona Tirkiyê jî bertek nîşanî vê rewşê dan.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê mijarê de got “Ti serokê partiyek siyasî, di bin ti şert û mercan de nayê qebûlkirin ku li ser fermanê ji aliyê polîsan ve bê dorpêçkirin. Ez vê eyba li hemberî Serokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar şermezar dikim.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê kiryara li dijî Mîthat Sancar û hevalên wî yên HDPyî bi vî rengî şermezar kir “Gelo demokrasî derketiya betlaneyê? Dorpêçkirina polîsan a li hemberî serokê partiyeke siyasî nayê qebûlkirin. Astengkirina Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar ne hiqûqî ye. Li Enqerê ji HDPê re heyet şandin, li Stenbolê kirina vê bêhiqûqiyê mînaka dawî ya siyaseta durûtiyê ye.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan jî got “Nayê qebûlkirin ku dema serokê partiyek siyasî bikeve avahiya navçeyê ya partiya xwe bê astengkirin. Ez bêhiqûqiya ku li Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar û hevalên wî yên partiyê hatiye kirin red dikim. Nabe ku astengkirina siyaseta demokratîk ji xwe re bikin kurm. Em dê destûrê nedin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:38:05